Serokê Karên Diyanetê ji bûyera li Îzmîrê re bertek nîşan da

Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê ji weşandina sitranan a li Îzmîrê ji camîyan re bertek nîşan da û destnîşan kir ev êrîşa qirêj a ku hatiye kirin ne ya qebûlkirinê ye.

Serokê Karên Diyanetê ji bûyera li Îzmîrê re bertek nîşan da

Erbaş di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew derbarê hewadîsa ku pêk hatiye de gilîdar bûne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji teref rayedaran ve derheqê wan kesên ku vê tiştê qirêj û provakatîf kirine û derheqê wan kesên ku vê yekê ji ser medyaya civakî parvekirine de lêpirsîn hat destpêkirin. Em ê bibin şopînerê vê meselê.