Li Îranê di 24 seatên dawî de 57 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 57 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 7508 kesan.

Li Îranê di 24 seatên dawî de 57 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 7508an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 139 hezar û 511 kesî.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 57 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 7508 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  139  hezaran û 511 kesî.”